Tebax 16, 2021 10:31 Asia/Tehran
  • Şemxanî: Em piştgiriya gelê Efxanistanê didomînin

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê got: "Weke 40 salên derbasbûyî, em piştgiriya gelê Efxanistanê û vîna wan dikin."

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Radyo û Televîziyona Îranê; Elî Şemxanî li ser rûpela xwe ya kesane ya li ser malpera sîber(mecazî) nivîsî: “Di Çileya 2019 de, di serdana Kabulê de, min hevdîtinek dijwar bi Serokomarê Efganîstanê re kir.

Wî her wiha got: "Gotinên xemgîn ên Wezîrê Parastinê yê Efxanistanê, yên îro nîşaderê bandorên dagirkirina Efxanistanê ya 20-salî ji hêla Amerîka û kûrahiya deshilat û bandora Washingtonê di hukûmeta vî welatî de bû."

Şemxanî diyar kir: Weke 40 salên borî, em piştgiriya gelê Efxanistanê û vîna wan dikin.

Serepeyv