Fermandarê Biryargeha Pedafenda asimanî ya Xatem ul-Enbiya seredana rojhilatê Îranê kir
Fermandarê Biryargeha Pedafenda asimanî ya Xatem ul-Enbiya seredana beşên cûrbicûr ên navçeya bergiriya asimanî ya rojhilatê Îranê kir.
Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Artêşê, sertîp Qadir Rehîmzade, Fermandarê Biryargeha Pedafenda asimanî ya Xatem ul-Enbiya seredana beşên cûrbicûr ên navçeya bergiriya asimanî ya rojhilatê Îranê kir.
Sertîp Rehîmzade bi amadebûna li navçeya bergiriya asimanî ya rojhilatê welêt, tevî seredana beşên vê yekîneyê, digel fermandar û kedkarên vê navçeya bergiriyê hevdîtin û gotûbêj kir.
Fermandarê Biryargeha Pedafenda asimanî ya Xatem ul-Enbiya di vê seredanê da tevî amajeya bi rewşa navçeya rojhilatê welêt û şopandina deqîq a hemî çalakiyên têkildarî memûriyeta bergiriya asimanî li vê navçeyê got: Yekîne bi amadetiya gelek zêde ya xwe, asimanê navçeyê û hawîrdora sînorên welêt bi tam dişopînin û amadeyî sekinîna li dijî her cûre gefeka ihtimalî ne.