Reîsî:Kirîna 30 mîlyon dozên vaksînên Koronayê hate piştrast kirin
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di civîna Navenda Niştimanî ya Dijî Koronayê de, hat ragihandin ku kirîna 30 mîlyon dozên vaksînên Koronayê hatiye piştrast kirin.
Li gor ISNAyê Serokê Komara Îslamî ya Îranê seyd Îbrahîm Reîsî di civîna Navenda Niştimanî ya Dijî Koronayê de tekez kir ku ji bo kontrolkirina pandemya koronayê û girtina pêşiya belavbûna wê bi yeqîn viîn û îradeyeke neteweyî pêdivî ye. Divê gişt beşên hikûmetî û sivîl û gişt kesayetiyên rastîn û huqûqî û gelê Îranê bi tev divê ji bo kokbirkirin û kontrolkirina vê vîrusa metirsîdar bi hev re kar bikin û hevrêzî di navbera wan de hebe.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Ji bo çêkirina vê hevkarî û hevrêziyê divê gişt ber û layên vê pirsgirêkê werin şirovekirin û li Îranê û welatên din jî divê gel ji bo rawestana li ber vê vîrusê werin qayilkirin.
Reîsî got ku gava paşîn a pêwîst û girîng ev e ku meriv pêvajoya vaksînasiyonê bileztir bike û di vê dem de nûçeya kirîna 30 mîlyon dozên vaksîna Koronayê piştrast kir û got: "Pispor bawer in ku ji bo kontrolkirina rewşa neyînî ya pandemya Koronayê li welêt, divê 60 mîlyon dozên din vaksînên Koronayê werin dabînkirin."
Reîsî desnîşan kir ku amadekirin û ragihandina destûr û protokolên tendirustiyê bi tenê têrê nake , divê ku mekanîzmek ji bo cihanîna wan hebe û gel neçar bibin ku wan cih bîne, çûnku eger kesekî nexweş bibe sedem ku kesekî din bi nexweşiya koronayê keve ya rast mafê wî binpê kiriye.
Serokê Komara Îslamî ya Îran herwiha kontrolkirina hatûçûnan di nav welêt û li sînorên welêt de pêdivî da zanîn. Wî bi bîr xist karê ku heya niha di vî warî de hatiye kirin pêwîst e, lê eva têrê nake divê eva kontolana cidî bibin.
Reîsî bihêzkirin û zêdekirina hêzên serokên Navendên Pêşîlêgirtina Koronayê li parêzgehan ji bo rûbirûbûna Koronayê biryareke din a civîna îro da zanîn û got: biryar hate girtin ku hêza serokên navendên Pêşîlêgirtina Koronayê li parêzgehên curbicur li gorî hewcedariyên ji bo kontrolkirina belavbûna nexweşiyê were zêdekirin.