Ayatullah Reîsî di pêwendiya telefonî ya Erdogan de: Hevkariya Tehran-Enqerê ji bo ummeta Îslamê gelek feyde heye
Ayetullah Seyd Îbrahîm Reîsî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, êvara Çarşemiyê li peywendiya telefonî ya bi Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkiyê re, pêwendiyên her du welatan ji cîrantiyê wêdetir bi nav kir û got: Hevkariya nêzîk a Îran û Tirkiyê ji bo pêkanîna aştî û ewlehî û aştiyê. "Damzrandina aramiya li herêmê girîng û pêdivî ye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê seyd Îbrahîm Reîsî, di hevpeyvîneke telefonî de bi serokomar Tirkiyê Receb Teyib Erdogan re pêwendiyên her du welatan seratir ji cîrantiyê bi nav kir û got: Hevkariyên nêzk ên du welatan ji bo pêkanîna aramî û ewlehiyê, her wiha ji bo aştî û îstiqrarê li navçê pêwîst e.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di vê pêwendiya telefonî de, pêwendiyên di navbera Îran û Tirkiyê de dilgerm, dostane û biratî binav kirin û got ku Îran girîngiyeke mezin dide hevkariya dualî û navneteweyî bi welatê dost û bira yê Tirkiyê re.
Ayetullah Seyd Îbrahîm Reîsî, tekezî li ser lezkirina lidarxistina heftemîn civîna Konseya Bilind a Hevkariyê di navbera her du welatan de li Tehranê kir û got: Ez di wê baweriyê de me ku hevkariya Îran û Tirkiyê dê ji bo du welatan pêşkeftin û aşitiyê, ji bo herêmê ewlehî û aramiyê û ji bo ummeta Îslamê jî xêr û bereket bi xwe re bîne.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bal kişand ser zirûf û şiyana curbicur ên Îran û Tirkiyê li cîhana Îslamê û got: "Alîkariya gelê mezlûm û bê sitar ê Filistînê û rizgarkirina wan ji zilma siyonîstan tu carî ji rojeva me ya hevpar dernakeve."
Serokomar Tirkiyê Receb Teyib Erdogan her weha di vê pêwendiya têlefonê de, pîrozbahiya dubare ya hilbijartina Ayetullah Reîsî wekî Serokê Komara Îslamî ya Îranê kir û ji ber şehadeta Îmam Husên (S) sersaxî xwest û got: Bê şik ez bawerim ku di dema serokatiya we de, dê hevkariya me ya dualî û herêmî di hemî waran de werin xurtkirin.
Erdogan diyar kir ku Konseya Hevkariya Bilind ji bo hevkariya di navbera her du welatan de rolek giring heye û di dewamê de got: Lidarxistina vê civînê li Tehranê di zûtirîn dem de, digel hewildana pêşxistina hevkariya di navbera her du welatan de, dê bi Serokê Komara IÎslamî ya Îranê re ji nêz ve bicive û biaxive.
Serokomarê Tirkiyê her wiha spasiya Komara Îslamî ya Îranê ji bo alîkariyên mirovdostî yên Îranê ji bo sekinîna li hemberî şewata vê dawiyê li Tirkiyê kir.