Tebax 11, 2021 16:56 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Têkoşîna dijî Koronayê meseleya yekem û bilez a welêt e

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di axaftina televîziyonî da, têkoşîna dijî Koronayê wek meseleya yekem û bilez a welêt da zanîn.

Li gorî rapora Navenda ragihandinê ya Ofîsa, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Çarşemiyê di axaftineke televîziyonî derbarê

rewşa û belavbûna nexweşiya Koronayê da, pêwîstiya têkoşîna dijî veguherîn û pêşketina vîrûsê, bikaranîna rêbazên nû û qahîm ên berevaniyê da zanîn û got: Candana zêde ji 500 kesî di

rojekê da û daxdarbûna malbatên wan û tûşbûna bi dehan hezar kesî bi nexweşiyê û pirsgirêkên wan ên dermanî bi rastî gelekî derdnak e û dilê her misilman û hemwelatiyekî ji vê

bûyerê agir pê dikeve, loma jibo sekinîna li hemberî vîê rewşê erkine me hene.

Wî moleta yekhefteyî ya serokomêr jibo komkirina pêşniyaran û biryardana derbarê wan karekî baş da zanîn û got: Bila eynî di moleta diyarkirî da, bersiva mijarê bi diqet were nirxandin

û jibo her kiryareke pêwîst bi awayekî vebirr biryar were dayîn û were cihanîn.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha westiyana zêde ya kadroya dermankirinê û zextên leşî û rûhî yên li ser wan wek nîgeraniyeke mezin da zanîn û got: Ez ji dil û can sipasiya bijîşk,

perestar û kadroya dermanî dikim ku bi rastî di halê cîhadkirinê da ne, gerçî ku sipasiya sereke ya xwedayê şakir û zana ye.

Hezretê ayetullah Xamineyî tevî pêgiriya li ser pêwîstiya berfirehkirina testên peydakirina nexweşan, got: Di destpêka nexweşiyê da, testên gelemperî yên peydakirina nexweşan hebûn ku

karekî baş bû û divê şebekeya Tenddurustiyê bi alîkariya Besîc vî karî bike.

Wî tevî amajeya bi xercên giran ên ceribîngehên pêderxistina Koronayê, destnîşan kir: Bila dewlet û bîme alîkarî bikin da ku peydakirina nexweşan û testên diyarkirina nexweşiyê bi awayê

bêpere û berfireh li ber destê tevahiya gel be.

Hezretê ayetullah Xamineyî di şîreta din bo berpirsan da, mijara dabînkirina berfireh a vaksînê destnîşan kir û got: Xweşbextane bi berhemanîna vaksînê li nav welêt, riya kirrîna wê ji derve jî xweş bû, di halekî da ku heta beriya wê, tevî dayîna pereyê vaksînê, firoşyarên derveyî bêsozî dikir.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Vaksîn çi bi riya kirrîna ji derve û çi bi berhemanîna navxweyî divê bi hewildana duberanber û bi her awayekî pêkan were dabînkirin û bikeve ber destê tevahiya gel.

 

Wî tevî amajeya bi hebûna ciddî û bihêz a hêzên çekdar di mehên destpêkê yên têkoşîna dijî nexweşiyê da, got: Hêzên çekdar aniha jî mijûl in, lê divê bi hemî hêza xwe bên alîkariya gel.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di beşeka din a axaftina xwe ya xitabî gel da, beşeke pirsgirêkan ji ber berçavnegirtina rêzik û destûrkaran da zanîn û got: Bila gelê hêja bi heman hestyariya mehên destpêkê, rêzikan bi tamî berçav bigire da ku can û tendurustiya wî û yên din nekeve ber xeterê.

 

Hezretê ayetullah Xamineyî di şîreteke din, meclîsên şîna hezretê seyid ul-Şuheda (S) sebeba bereket û wergirtina rehmeta Xwedê da zanîn û got: Hewcetiya gel û welêt bi van meclîsan heye, lê di lidarxistina wan da divê rêzik û destûrkar bi diqet û giraniya tam bên berçavgirtin.

Wî lidarxînerên civînan û yek bi yekê beşdaran şîret kirin ku rêzik û navbiran berçav bigirin û destnîşan kir: Nehêlin ku meclîsên huseynî bibin sebeba belavbûna nexweşiyê û sebeba tan û tenişta dijber û dijminan.

 

Serepeyv