Tebax 10, 2021 09:08 Asia/Tehran
  • Macron ji bo beşdariya li konferana herêmî ya li Bexdaya  serdana Iraqê dike

Nivîsingeha Serokwezîriya Iraqê duh ragihand, dawiya vê mehê konferanseke herêmî li Bexdaya paytext birêve diçe ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî tê de beşdar dibe û ev dibe duyem serdana Macron bo Iraqê di heyama kêmtir ji salekê de.

Nivîsingeha  Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî behsa wê jî dike, Macron di peywendiyeke telefonî de ji Mistefa Kazimî re ragihandiye, plan wisa ye ku serdana Iraqê bike û beşdarî konferansê bibe.

Ev dibe duyem car ku Serokomarê Fransayê di heyama kêmtir ji salekê de serdana Iraqê dike.

Nivîsingeha  Kazimî diyar kir, ji bilî Macron, serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, Şahê Siûdiyê Melik Selman û şahê Urdinê melik Ebdullahê duyem jî hatine vexwendin û ragihand ku heta niha nehatiye diyarkirin ka dê konferans kîjan rojê birêve biçe.

Di vê navberê de çavkaniyên medyayî roja yekşemê diyar kirin ku bi zûtî wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên serdana Îranê dike û bi fermî serokê Komara Îslamî ya Îranê seyd Îbrahîm Reîsî bo beşdariya vê Konferansê vexwîne.

Wezîrê derve yê Iraqê di vê serdana xwe ya Tehranê wê bi serokê Komara Îslamî ya Îranê re ser meselên curbicur ên ku ayidî du welatan dibin ji wan mesela ewlehiya Iraqê di gotûbêj bike.

Di van mehên dawî de, Bexdayê mazûvaniya berpirsên pilebilind ên Îran û Siûdiyê kir ku ev jî bo başkirina peywendiyên herdu welatan ku ji 2016an ve nakok in.

Iraq bihêzbûna peywendiyên di navbera herdu welatên mezin ên navçeyê de, bi sûda xwe dibîne.

Armanca lidarxistina vê konferansa herêmî ku wer xuya dike di dawiya vê mehê pêk were,Eva y e ku nerînên derbarê mijarên girîng ên ewlehî û siyasî yên di navbera welatên ku cudahiyên wan bi hev re hene de nêzîk bike.

Serepeyv