Tebax 08, 2021 09:04 Asia/Tehran
  • Dozdehemîn barê vaksînên ji dervekirî ji aliyê Heyva Sor a Îranê gihêşte welêt

Dozdehemîn barê vaksîna Coronayê, ku ji hêla Rêxistina Heyva Sor a Îranê ve hatî amadekirin, li Balafirgeha Îmam Xumeynî (re) gihand ber destê Wezareta Tenduristiyê.

Li gorî rapora ISNA`yê, "Mihemed Hesen Qûsiyan Muqedem", Sekreterê Giştî yê Heyva Sor a Îranê got: "Îro Yekşemî, dozdehemîn pişka vaksînan ku ji aliyê Heyva Sor ve li balafirgeha Îmam Xumeynî (re) hatiye amadekirin, radestî Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizîşkî bû ji bo belavkirina bilez. "

Qûsiyan Muqedem her wiha li axavtina xwe zêde kir: " Vê carê 1,110,000 doz vaksîn ji derve anîne welêt, bi hesibandina vî barî bi tevahî 13,740,000 dozên vaksîna koronayê ji hêla Heyva Sor ve heya niha bi 14 firînan gihîştine Îranê."

Di civîna vê dawiyê ya Baregeha Niştimanî ya Dijî Koronayê de, Serokê Komara Îslamî ya Îranê seyd Îbrahîm Reîsî banga guhertina ber bi çav di warê kontrola pandemiyê de kir û Heyva Sor, ji bo pêkanîna vê stratejiyê di kêmtir ji sê rojan de, rbareke din a vaksînan ji derveyî welêt kirî û anî welêt.

Serepeyv