Tebax 07, 2021 14:56 Asia/Tehran
  • Serdar Hacîzade: Em ê bersiveke dijwar bidin her cûre êrîşa dijmin

Fermandarê Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî d estnîşan kir: Em ê bersiveke dijwar bidin her cûre êrîşeke dijmin.

Li gorî rapora IRNAyê, Serdar Emîrelî Hacîzade, Fermandarê Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi gotina vêya ku Îranê xwe ceribandiye û hewcetî bi ceribandina dubare nîne, got: Em ê her bersiveke dijwar bidin  her cûre êrîşa dijmin.

Fermandarê Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Rejîma Siyonîst û Amerîkayê Îran ceribandiye û dizanin ku e wê tûşî çi b ersiveke dijwar bên.

Serdar Hacîzade got: Me hem hêz heye û hem vîna bikaranîna hêzê heye û em ê teqez bersiveke dijwar bidin û ew nikarin xeletiyeke wiha bikin.

Kompaniya "Zodiac Maritime" a Oyal Ofêr miliyarderê siyonîst roja 30ê Tîrmeha 2021ê bi daxuyaniyekê ragihand: Keştiya Mercer Streetê ya di bin xwedîtiya Israîlê di deryaya Omanê da ketiye ber êrîşa bi balefirên bêbalefirvan.

Li pey vê êrîşê; Neftalî Bênt, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst bêyî raberkirina tu  hegerekê jibo selimandina îdiaya xwe îdia kir: Lêzanînê ewlehiyê yên li destê m enîşan didin ku Îranê êrîşî ser keştiya israîlî kiriye.

 

Serepeyv