Civîna Reîsî û Nêçîrvan Barzanî li Tehranê
Di Civîna Serokê nû yê Komara Îslamî ya Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de Reîsî got: "Asta danûstandina bi Iraqê, bi taybetî bi herêma Kurdistanê re dûrî şert û mercên guncaw e, vêca divê em bi mekanîzmeke diyar, gavên saxlem ji bo bikaranîna giştî karînên heyî rakin da ku tenahî û berjiwendiya gelên me dabîn bibin."
Li gorî bingeha agahdariya serokomariya Îranê; Seyd Îbrahîm Reîsî îro înê di hevdîtina digel Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê de, pêwendiyên Komara Îslamî ya Îran û Iraqê bi kok û ji dil ve bi nav kir û got: Roja îro, şert û mercên guncaw hatine dabîn kirin da ku li ser bingeha hevpariyên dîrokî û çandî, têkilî û hevkariya bihêztir û berfireh di warên curbicur de û di riya geşedana aborî de navbera me hebin.
Reîsî amaje bi fidakarî û tekoşîna şehîd hecî Qasim Silêmanî di dema êrişa DAIŞê ser Iraq û Herêma Kurdistanê de kir û got: Hecî Qasim li cihê bûyerê amade bû mîna ku yek ji bajarên Îranê di wê demê de rastî êrişê hatibe, zûka di meydana cengê amade bû û bi hevkariya hêzên iraqî, fitneya DAIŞê têkşikand û pûç kir.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku divê ewlehî û aramiya herêmê ji hêla welatên herêmê ve were çêkirin, û destnîşan kir: Welatên li serdestxwazî û zêdexwaiyê digerin û xwedî nefspiçûkî û pozbilindî ne ji bo çareserkirina bê ewlehiya li herêmê tu carî gavên bibandor neavêtine, lê pirsgirêkên heyî bi fitnekariya xwe geş kirine.
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, hilbijartina Reîsî wekî Serokomarê Îranê lê pîroz kir û got: "Em hêvî dikin ku bi hebûna hukumeta nû ya li Îranê, têkiliyên heyî di hemî waran de pêş bikevin ji ber ku gelek şiyan hene ku divê bêne xurt kirin û zêde kirin bi taybetî di têkiliyên aborî de. "
Nêçîrvan Barzanî, tekez kir ku Herêma Kurdistanê pabendî ewlehiya Komara Îslamî ya Îranê ye û got: Li hemû deverên ku em rastî pirsgirêkan hatin, me hertim Îran li kêleka xwe dît û şehîd Hac Qasim Silêmanî roleke mezin di dabînkirina ewlehiya Iraqê û Herêma Kurdistanê li hember êrişa DAIŞ de lîst û em ti caran nahêlin ku axa me li dijî Îranê were bikaranî.
Qebareya bihevguherîna bazirganî ya Îran û Iraqê di 4 mehên derbasbûyî 2 milyar û 800 milyon dolar bû ku milyarek û 680 milyon dolar bi rêya deriyên ligel Herêma Kurdistanê bûye.