Tebax 05, 2021 18:30 Asia/Tehran
  • Nivîsa Sonda Seyid Îbrahîm Reyîsî

Serokê Komara Îslamî ya Îranê nivîsa sonda xwe li Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê xwend.

Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro li nivîsa sonda xwe destnîşan kir:

Ez wek serokomar li pêşberî qurana kerîm û li pêşberî gelê Îranê bi xwedayê mezin sond dixwem ku pasdarê mezheba fermî û hikûmeta Komara Îslamî û qanûna bingehîn a welêt bim û hemî feraset û sselahiyeta xwe di riya cihanîna berpirsiyariyên ku min girtine ser ustiyê xwe bi kar bînim û xwe weqfa xizmeta bo gel û berzkirina welêt, rewacdana dîn û exlaqê, piştgiriya ji heq û berfirehkirina dadmendiyê bikim û xwe ji her cûre xwexwazîyê dûr bikim û ji azadî û hurmeta mirovan û mafên ku qanûna bingehîn jibo gel nas kirine, piştgirî bikim.

Di nivîsa sonda Seyid Îbrahîm Reyîsî da hatiye: Ez ê di parastina sînoran û serxwebûna siyasî û aborî û çandî ya welêt da her kiryarekê pêk bînim û bi alîkarîxwestina ji Xwedê û şopandina pêxemberê Îslamê û îmamên hêja (S) hêza ku gel wek emaneteke pîroz spartiye min, wekî emanetdarekî parsa û fedakar biparêzim û wê bispêrim hilbijartiyê gel ê piştî xwe.

Merasima sonxwwarina sêzdehemîn dora Serokatiya Komara Îslamî ya Îranê li Meclîsa Şêwraya Îslamî tê lidarxistin.

 

 

Serepeyv