Tebax 05, 2021 17:41 Asia/Tehran
  • Merasima sondxwarina Îbrahîm Reyîsî li Meclîsa şêwraya Îslamî ya Îranê dest pê kir

Merasima Sondxwarina seyid Îbrahîm Reyîsî serokê dewleta sêzdehem a Îranê bi beşdariya Serokê Saziya Dadweriyê, rayedarên leşkerî û berpirsên welêt û mêvanên derveyî li Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê dest pê kir.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Li gorî xala 121ê ya Qanûna Bingehîn, merasima sondxwarina serokomêr divê li meclîsê be û ew di civîneke aşkira û bi amadebûna nûneran ûş endamên Konseya Parêzer û li kêleka Serokê Saziya Dadweriyê sond dixwe.

Di vê merasimê da Sirûda neteweyî tê jenîn û piştî xwendina qurana mecîd, Muhemed Baqir Qalîbaf Serokê Meclîsê xêrhatinê li yên beşdar dike.

Piştra Xulamhusên Muhsinî Êjeyî Serokê Saziya Dadweriyê diaxive.

Lidarxistina merasima sondxwarinê dê piştî axaftina Serokê Saziya Dadweriyê be û Reyîsî piştî sondxwarinê dê biaxive.

Di dawiya merasimê da jî Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî dê biaxive.

 

Serepeyv