Tebax 05, 2021 16:08 Asia/Tehran
  • Reyîsî di hevdîtina bi Berhem Salih ra: Komara Îslamî ya Îranê daxwaza Iraqeke bihêz e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina bi Berhem Salih ra got: Komara Îslamî ya Îranê li gorî gotina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li dû Iraqeke bihêz e. Em hêvîdar in ku Hilbijartina pêşber jî zemîneyek jibo serêxwegirtina xwesteka gel jibo rêz û iqtidara zêdetir ji berê ya gelê ezîz ê Iraqê be.

Li gorî rapora Kurdpressê ji zarê ISNAyê, Seyid Ibrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro sibê di hevdîtina bi Berhem Salih serokomarê Iraqê ra got: Îran jibo parastina yekparçetiya axa Iraqê û ewlehî û aramiya vî welatî heta xwîna ezîztirîn zarên xwe yên wekî Şehîd Qasim Silêmanî jî xelat kiriye.

Berhem Salih jî tevî sipasiya ji hewildanên Îranê jibo parastina yekparçetiya axa Iraqê û têkoşîna dijî terorîsmê, got: Ev di dîrokê da tomarkirî ye ku Îran yara rojên dijwar ên Iraqê ye û ev mijar dê hertim rênîşanderek jibo pêşeroja peywendiyên du welatan be.

Berhem Salih vê sibê jibo beşdariya di merasima sondxwarina Reyîsî da gihîşte Têhranê.

 

 

Serepeyv