Tebax 04, 2021 17:00 Asia/Tehran
  • Erdogan di warê alîkariya Îranê bo Tirkiyê sipasiya ayetullah Reîsî kir

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyib Erdogan roja Sêşemê di peyamek Twitterê de, hevgirtina Serokê Komara Îslamî ya Îranê, ayetullah Seyd Îbrahîm Reîsî, bi Tirkiyê re ji ber şewata berfireh a li başûrê vî welatî, bi erziş nirxand û jê qedirzanî kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Farsê, Erdogan di vê peyama xwe ya Twitterê de, pesnê Serokê Komara Îslamî ya Îranê û serokên welatên ku piştgirî dane hewldanên Tirkiyê yên ji bo vemirandina şewata daristanan li vî welatî daye.

Erdogan li ser Twitterê nivîsî: "Li ser navê gelê xwe, ez bang li hemû welat û rêxistinên dost dikim ku di şerê li dijî şewata daristanan de piştgiriyê dane me, sersaxiyên xwe diyar kirin û amadebûna xwe ji bo şandina alîkariyan û vemirandina agir nîşan dan, û ez ji waeeen spas. Ez hêvî dikim ku em di zûtirîn dem de ji vê qonaxa dijwar derbas bibin."

Herêmên başûrê Tirkiyê zêdeyî heft roj in ku li pey hev di nav agir de dişewite û her tiştê li ser riya vî agirî ji nav diçe.

Serepeyv