Tebax 02, 2021 16:48 Asia/Tehran
  • Merasima sondxwarina serokomarê Îranê bi amadebûna 115 rayedarên 73 welatan

Berdevkê Desteya Serokatiya Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê got: Merasima sondxwarinê ya Serokomarê 13emîn ê Îranê dê roja Pêncşemê bi amadebûna 115 rayedarên 73 welatan li Meclisa Şêwraya Îslamî were lidarxistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB`ê, Seyd Nîzameddîn Mûsewî di civîneke rojnamevanî de û di şirovekirina hûrgiliyên merasîmê de got: Ji ber girîngiya vê merasima netewî û bi berçavgirtina du prensîbên lidarxistina merasimeke bi rûmet û bi coş bi çavgirtina protokolên tenduristiyê ji bo mêvanên biyanî û navxweyî, ew hatin vexwendin.

Wî herwiha got: "Li gorî agahdariya herî paşîn; Heya nuha, 10 serokên dewlet û hukûmetan amadebûna xwe ji bo beşdarbûna vê merasîmê ragihandine.

Mûsewî got: "Her wiha, 20 serokên meclisê, 11 wezîrên derve, 10 wezîrên ji astên cuda û nûnerên taybetî yên serokên hikûmetên curbicur û serokên parlemanan di çerçêva şandên parlemanî de dê roja pêncşemê beşdarî merasima sondxwarinê bibin."

Berdevkê Desteya Serokatiya Parlemana Îranê destnîşan kir: Karbidest û nûnerên 11 rêxistinên navnetewî û herêmî jî amadebûna xwe ji bo hatina Tehranê ragihandine, ku ji wan nûnerê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, yê serokê OPECê, Yekîtiya Ewropayê, Ewrasya û Navmeclîsên Îslamî,  G8 û ECO.

Serepeyv