Tebax 01, 2021 14:31 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Me di gelek mijaran da dengê xwe nekir da ku Yekîtiya Neteweyî were parastin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Me di gelek mijaran da dengê xwe nekir da ku Yekîtiya Neteweyî were parastin.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê di civîna herî dawî ya desteya dewleta duwazdehem da got: Her tiştê ku me di salên borî da ji gel ra got, tiştekî berovajiya rastiyê nebû û tiştê ku rastî bû, me got.

Rûhanî her wiha got: Helbet me beşeka rastiyê ji gel ra negot û bi nêrîna min nedibû ku em wan bibêjin, ji ber ku min ew sûdmend nedizanî û armanceke gelekî bilind ku divê em gişt bişopînin, Yekîtiya Neteweyî ye ku ez ditirsiyam derbe li wê durra giranbiha bikeve.

Rûhanî tevî amajeya bi vê yekê ku gel bi başî haydar e ku rewşa vê dewletê di çar salên destpêkê û çar salên duyem yeksan nebû, got: Di çar salên destpêkê da me rewşeke baştir hebû, çi ji hêla navxweyî û çi ji hêla navneteweyî û çi jî ji hêla sermiyana civakî û hêviya gel li pêşerojê, lê di çar salên duyem da  hinekî ciyawaz bû.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Di çar salên destpêkê da danûstandina me digel cîhanî hebû û em tam li xwe piştrast bûn ku em hevrikê hêzxurtên mezin di gotûbêjê da ne.

Rûhanî got: Me ewqas dîplomatên bihêz û bişiyan û mafzanên xurt di bereya pêşîn a vî karî da hene ku me dît di qonxên gelekî hestyar da em serketin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Me gotûbêj nekir ku tenê di siyasetê da bi ser kevin,  em di siyasetê da jî bi ser ketin, lê me bandorên wê di aboriyê da dîtin.

 

Serepeyv