Tebax 01, 2021 11:47 Asia/Tehran
  • Barê dehem ê Vaksîna Koronayê gihîşte Îranê

Serokê Rêxistina Heyva Sor a Îranê qala gihîştina dehemîn barê vaksîna Koronayê bo nav welêt kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Kerîm Himetî, Serokê Rêxistina Heyva Sor a Îranê got: Barê dehem ê vaksîna kirî yê Rêxistina Heyva Sor îro yekşemî li balefirgeha Îmam Xumeynî (Re) jibo belavkirinê kete ber destê Wezareta Tendurustiyê.

Li gorî gotina Himetî, Di vê qonaxê da miliyonek û 120 hezar dozên vaksînê gihêşt Îranê ku bi 12 balefiran hatiye veguhestin û bi giştî heta niha 11 miliyon û 520 hezar dozên vaksînê gihîştine Îranê.

 

 

Serepeyv