Barê duyem ê vaksîna AstraZeneca'ya Japonê gihîşte Îranê
Tîrmeh 30, 2021 08:54 Asia/Tehran
Barê duyem ji vaksîna AstraZeneca'ya Japonê gihîşte Îranê.
Li gorî rapora IRNAyê, Barê duyem ê vaksîna Astrakanza (AstraZeneca) ya xelatkirî ji aliyê Japonê va îro îniyê gihîşte Îranê.
Ev bar pêkhatî ji zêde ji miliyonek (1098300) dozan e ku bi hevahengiya Wezareta Tendurustî û Wezareta derve ya Îranê derbasî balefirgeha Îmam Xumeynî (re) bû û radestî berpirsên Wezareta Tendurustiyê hat kirin.
Barê yekem ê vaksînenên xelatkirî yên dewlet û miletê Japonê jî îniya hefteya borî derbasî welêt bû ku pêkhatî ji zêde ji miliyonek dozên vaksîna AstraZeneca'yê ya berhemhatî li Japonê bû.