Tîrmeh 29, 2021 19:05 Asia/Tehran
  • Rûhanî projeyên riyên hesin û otûbanan ên neteweyî yên Wezareta Rê û Bajarsaziya Îranê dan vekirin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di 86-emîn dewra şopandina Riya Tevdîr û Hêviya ji bo pêşveçûna lezgîn a hilberandinê de 5 projeyên riyên hesin û projeyeke riya otûbanê yên Wezareta Rê û Bajarsaziya Îranê li parêzgehên Yezd, Faris, Zencan, Qezvîn, Îsfehan, Elburz û Mazinderanê dan vekirin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro Pêncşemê, hevdem digel Eyda mubarek a Xdîrê Xûmê, bi riya pêwendiya vîdyoyê, riya hesinî ya Yezd-Eqlîd bi dirêjahiya 270 km, rêza duyem a riya hesin a Zencan-Qezvîn bi dirêjahiya 106 km, rêza duyem a riya hesin a Bafq-Zerînşehra Îsfehanê bi dirêjahiya 182 km, Tûnela Alburzê di otûbana Tehran-Bakur (aliyê vegerê) û bidawîkirina rêhesina Zahêdan-Xaşê bi dirêjahiya 155 km û bidawîkirina rêhesina Bostanabad-Tewrîz bi dirêjahiya 41 km vekirin.

Nirxa veberhênana van projeyan 10 hezar û 910 mîlyar tûmen e.

Serepeyv