Tîrmeh 28, 2021 14:52 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Bawerî bi welatên rojavayî nayê

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di hevdîtina digel serokomarê û endamên desteya dewletê di dawîn rojên xebata dewleta 12an da destnîşan kir: Teqez nab eku bernameyên navxweyî bi hêviya hevrêtiya welatên rojavayî girêbidin, ji ber ku teqez dê ser nekeve.

Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî îro Çarşemî di dawîn hevdîtina tev serokomar û dewleta 12an digel wî da, tevî pîrozkirina cejna pîroz a Xedîrê li tevahiya misilmanan nemaze gelê ezîz ê Îranê, derfeta xizmeta li gel nêmeteke Xwedê da zanîn û got: Jibo sipasiya vê nêmetê divê mirov hemî şiyana xwe jibo pêşdabirina armancên înqilabê bi kar bîne.

Wî tevî nirxandina xebata dewletê got: Xebata dewleta birêz Rûhanî di beşên cûrbicûr da yeksan nebûye, di hin babetan da li gorî çaverêtiyan bû, lê di hin babetan da wiha nebû.

Hezretê ayetullah Xamineyî pêwîstiya bikaranîna tecruneyên delwetên yazdehem û duwazdehem di pêşerojê da bi bîr xist û got: Tecrubeyeka girîng di vê serdemê da nebûna baweriya bi welatên rojavayî ye ku yên pêşerojê divê dersê jê werbigirin; Di vê dewletê da hat diyarkirin ku baweriya bi welatên rojavayî nayê û ew alîkarî nakin; Her derê ku bikarin dê derbê lêxin û heke li cihekî jî derbê lênaxin, ji ber vê yekê ye ku nikarin.

 

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî xitabî serokomêr û endamên dewteya dewletê got: Her derê ku we kar girêdayî bi welatên rojavayî û gotûbêja bi wê û Amerîkayê kir, ser neketin û her derê ku bêyî baweriya bi welatên rojavayî, tevgeriyan û we hêviya xwe ji wan birrî, ser ketin û pêşda çûn.

Wî her wiha amaje bi gotûbêjên vê dawiyê li Viyenê kir û got û tevî diyarkirina razîbûna xwe ji zehmetên dîplomatan û xxebata baş a hinek ji wan li Van gotûbêjan got: Amerîkî di van gotûbêjan da qahên li ser helwêstên xwe yên dijminane sekinîn û pêngavekê jî pêşda nehatin, amerîkî bi ziman û bi sozan dibêjin ku ew ê boykotan rakin, lê boykot ranekirin û ranakin,

tevî ku mercan jî diyar dikin û dibêjin ku divê di heman lihevkirinê da hevokekê dayînin ku piştra derbarê hin mijara were behskirin û gerna dê tu lihevkirinek tunebe.

Hezretê ayetullah Xamineyî got: Ew dixwazin bi bicihkirina vê hevokê, behaneyek jibo destwerdanên xwe yên din derbarê Lihevkirina Navokî û mijarên mûşekî û navçeyî dabînm bikin û heke Îran hazir nebe ku derbarê wan besh bike, bibêjin ku we lihevkirin binpê kiriye û lihevkirin bê lihevkirin.

Wî tevî tekeziya li ser vê yekê ku amerîkî tam necamêrane û bi kirêtî tev digerin, got: Amerîkayê tu tirseke xwe ji binpêkirina soz û qirarên xwe tune; Hema wisa ku bi yekcarî liohevkirin binpê kir û tam jî bêberdêl bûn; Aniha jî ku dema ji amerîkiyan ra tê gotin ku garantî bidin ku hûn ê di pêşerojê da lihevkirinê binpê nekin, lê dibêjin ew garantiyekê nadin.

Beriya axaftina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hesen Rûhanî Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî sipasiya ji piştgirî û rênîşandanên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ji dewletê di heyama heştsalî da, raporek ji kiryar û çalakiyên dewletê beyan kir.

 

Serepeyv