Tîrmeh 28, 2021 00:57 Asia/Tehran
  • Darbeyek bi bandor li şebekeya terorîstî ya Mossad

Nexşeya terorîstên Mossadê ya li Îranê ji bo sabotaj û ajawegêriyê hate pûç kirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Radyo û Televîzyona Îranê; Dîrektorê Giştî yê Têkoşîna li dijî sîxoriyê ya Wezareta Îtileatê (Îstixbarat û Ewlehiya) ya Îranê ragihand: Bi şopandin û kontrolkirina îstîxbarata derveyî sînor û operasyonên berfireh ên îstixbaratî yên hêzên ewlehiyê yên Îranê, şebeka ajanên rêxistina sîxurî ya Rejîma Siyonîst (Mossad) digel barhilgirek giran a çek û cebilxane piştî ketina nav sînorê rojava, hatin girtin û zevtkirin .

Wî herwiha diyar kir ku kargêrên Mossad dil hebûn ku di dema serhildan û kiryarên terorîstî de alavên xwe bikar bînin û di dewamê de got: "Di dema hilbijartinê de jî, Rejîma Siyonîst dil hebû çend kiryarên sabotaj û terorîstî li deverên cûrbicûr ên Îranê cih bîne  ku bi sayai tevgera bilez a hêzên ewlehiyê yên Îranê, pêşî li wan hat girtin û şebeka terorîstî ya Mossad hate roxandin. "

Dîrektorê giştî yê Têkoşîna li dijî sîxoriyê ya Wezareta Îtileatê ya Îranê got: "Di nav van çekan de tifing, bombeyên destan, Winchester, Kalash û guleyên cengê hene, hin ji wan, wek Winchester û teqemenî, jibo birina nerizamendiyan ber bi ajawegêriyê têne bikar anîn."

Serepeyv