Tîrmeh 28, 2021 00:41 Asia/Tehran
  • Roxandina tîma terorîst li parêzgeha Azerbaycana Rojava ya Îranê

Bi saya tevdîrên îstixbaratî, komek terorîst a çekdar ku dixwest li parêzgeha Azerbaycana Rojava li bakurê rojavayê Îranê bikeve nav welat û operasyonên sabotaj bike hate nas kirin û ji hev belavkirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a IRIB, bingeha Hemze Seyid el-Şuheda, hêza bejayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî, di daxuyaniyekê de ragihand: "Bi saya tevdîrên istixbaratî, tîma çekdar a terorîst ku dixwest bikeve nav welat û operasyonên sabotaj li bakurê rojavayê welêt cih bîne, hate tesbît kirin û jinavbirin. "

Li gorî vê raporê, operasyona tunekirina tîma sê-endamî ya terorîst li dû şopandina zanyarî ya baldar hate pêk anîn, di wê operasyonê de du endamên tîma terorîst hatin kuştin û yek jî birîndar bû û hate girtin.

Biryargeha Hemze Seyid el-Şuheda wiha dewam daye agahiya xwe: "Di vê operasyonê de, gelek çek, cebilxane û alavên îmhakirinê hatin desteser kirin."

Li gorî xebata îstîxbaratê, di vê operasyonê de, sê kesên ji rê derketî ku dixwestin tîma terorîst xilas bikin jî hatin girtin.

Serepeyv