Tîrmeh 27, 2021 11:36 Asia/Tehran
  • Fransa îdia dike ku Îran şansa lihevkirina ser Rêkeftina Navokî têxe xeterê

Wezareta Derve ya Fransayê roja Duşemê bang li Îranê kir ku vegere ser danûstandinên vejandina Rêkeftina Navokî, bêyî ku behsa vekişîna neqanûnî ya Amerîkî ji vê rêkeftinê û pabendnebûna Ewropiyan bi vê rêkeftina navneteweyî bike.

li gorî Ajansa Nûçeyan a Fars,  "Agnes von der Muhll, berdevka Wezareta Derve ya Fransayê, di civînek rojnamevanî ya heftane de, îdia kir:" Herqas ku Îran dereng vegere gotûbêjan, ew qas îhtîmal e ku rêkeftina navokî pêk neyê. "

"Agnes von der Muhll" îdia kir ku heke Tehran zû venegere ser maseya muzakereyê, Îran dê xeterê şansa lihevkirina ser Rêkeftina Navokî têxe xeterê.

Berdevka Wezareta Derve ya Fransayê, di demekê de van gotinan dibêje ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Seyd Ebas Iraqçî, serokê şandeya Îranî ya danûstandinên Rêkeftina Navokî, vê dawîyê got ku divê danûstandinên Viyana li benda hukumeta nû ya Îranê bimîne.

Iraqçî li ser twitterê nivîsî: "Em di heyamek veguhêz de ne û veguheztina demokratîk a deshilatê li Tehranê pêk tê, vêca diyar e ku divê danûstandinên Viyana li benda hukûmeta nû ya Îranê bimîne. Ev hewcedariya her demokrasiyekê ye."

Serepeyv