Tîrmeh 26, 2021 17:02 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Welatên cînarê Îranê divê di bidestxistina ava çeman da edaletê berçar bigirin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bin gotina vê yekê ku cînarîên Îranê divê di bidestxistina ava çeman da edaletê berçav bigirin, got: Di warê jîngehê da divê hevkariya me digel welatên navçeyê û yên cînar hebe.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê di merasima vekirina projeyên neteweyî yên rêxistinên navçeyên azad ên ticarî û aborî û jîngehê got: Roja îro me 15 navçeyên azad hene ku em hêvîdar in ku bikarin welêt di riya danûstandina kêrhatî tev welatên cînar û cîhanê dayînin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku jîngeh gelek aliyan di xwe da dihewîne, got: Di mijara jîngehê da pêwîst e ku hevkariya me digel welatên navçe û cînar hebe û di vî warî divê karine girîng di civakên navneteweyî û kiryarên siyasî û zanistî di warê av û axê da pêk bên da ku em bi hin kiryar û hevahengiyan, rewşeke guncan bi dest bînin.

 

Serepeyv