Tîrmeh 26, 2021 01:26 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Em di warê dabînkirina vaksînê de gihîştine nuqteyek baş û bi dilê me

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî tekez kir ku em di warê amadekirina û dabînkirina derziya vaksînê de gihîştine xalek guncan ku me hêvî dikir.

Li gorî IRNAyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî  roja Yekşemê got: "Tevî hemî pirsgirêkan di warê amadekirina vaksînê de îro, me karî em bigihîjin nuqteyek guncan û pêvajoya vaksînasiyon ketiye ser riya lezgîniyê."

Rûhanî têkildarî tedbîrên aboriyê yên hikûmetê yên li dijî Corona wiha got: "Bi tevdîrên hatine girtin, me karibû ku ji bo kesên bi nexweşiya koronayê ketine hejmara nivînên nexweşxanan zêde bikin."

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Geşbûna aboriya vî welatî sala par ku li gelek welatan neyînî bû, li Îranê ji sedî 3.6 erênî bû.

Rûhanî tekez kir: hinardekirin li gorî çaryeka yekem a sala borî ji% 69 zêdetir û îtxalat jî bi% 37 zêde bûye û em şahidê hevsengiyek di navbera hinardekirin û îthalatê de ne.

61emîn Civata Giştî ya Salane ya Banka Navendî ya Komara Îslamî ya Îranê roja yekşemiyê bi amadebûna serokomarê Îranê hate saz kirin.

Serepeyv