Tîrmeh 20, 2021 00:35 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Ewlehiya Efganistanê ewlehiya Îranê ye

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade got: Ewlehiya Afganistanê ewlehiya me ye û aloziyên li Afganistanê ji bo Îranê nayê tahulkirin.

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê  îro di Konferansa nûçevaniyê de bersiva nûçegihanan da û derbarê bi rêketina koçeberên nû yên efgan ber bi îranê got: Rewş û mercên ser sînor bi diqet tên kontrol kirin û bi baldarî rewş tê pîvandin.

Xetîbzade herwiha got: Li gorî rewşa heyî, em ê pirsgirêkê hilkolin û tedbîrên pêwîst bigirin.

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê derbarê biryara Dadgeha Ewropî ya li ser qedexekirina hîcabê û biryara ku Dadweriya Ewropî ragihand, ev biryar şermezar kir û got: "Ecêb e dema ku mafên mirovan û mafên hindikahiyan û azadiya ol digihîje Îslamê û Misilmanên li Ewropayê, wateya wê tê guhertin.

Xetîbzade got ku ev biryara cûdaxwazî ​​ye û ya girîngtir, ew newkhevî û cihêrengiyê çê dike û dikare belavkirina Îslamofobî û tundiya li dijî Misilmanan li Ewropa zêde û berfire bike.

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê diyar kir ku vejîna Peymana Rêkeftina Navokî ji ber helwêsta Amerîkayê kete derengiyê û di dewamê de got: "Divê em li bendê bin ku hukumeta nû li Îranê were damezrandin; bê guman, polîtikayên giştî yên nizamê naguhezin û hikûmet birêvebirê destûrên nizqamê ye û eva tiştekî siruştî ye ku hukûmet riya normal agotûbêjan berdewam bike.

Xetîbzade got: Kengê ku hukûmeta amerîkî vegere ser sozên xwe yên di biryara 2231 û Rêkeftina Navokî û Îran vê yekê piştrast bike, ew ê vegere ser sozên xwe.

Serepeyv