Xetîbzade: Îran amadeyî cihanîna lihevkirina danûstandina zindaniyan e
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê wek berteka li hemberî îdiayên rayedarên amerîkî, destnîşan kir: Îran hema îro amadeyî cihanîna lihevkirina danûstandina zindaniyan e.
Li gorî rapora IRNAyê, Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Yekşemiyê di twitterê da tevî amajeya bi lihevkirina Îranê di gel Brîtanya û Amerîkayê derbarê danûstandina mirovdostane û azadkirina 10 zindaniyên hemî aliyan, nivîsî: Îran amade ye ku hema îro vê lihevkirinê cih bîne.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha nivîsî: Cihê matmayînê ye ku Amerîka vê rastiya xwerû înkar dike ku lihevkirinek derbarê girtiyan hatiye bidestxistin, heta pêkhatî ji vê yekê ku çawa bi awayekî gelemperî were ragihandin.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tevî amajeya bi gotûbêjên Viyenê, got: Li Viyenê cuda ji Lihevkirina Navokî, di gel Brîtanya û Amerîkayê derbarê danûstandina mirovdostane û azadkirina 10 zîndaniyan ji hemî aliyan lihevkirin pêk hat.