Şehîdbûna 3 polîsên Îranê yên dijî narkotîkê
Tîrmeh 17, 2021 22:06 Asia/Tehran
Di pevçûna di navbera efserên hêzên ewlehiyê (polîsê) dijî-narkotîkê yê Îranê û qaçaxçiyên madeyên hişber li başûrê parêzgeha Kirmanê, sê hêzên polîs hatin şehîd kirin.
Li gorî IRNA roja Şemiyê, sertîp (tûggeneral) serdar Mecîd Kerîmî, Serokê Polîsê Têkoşîna li dijî Narkotîkê yê Hêza Polîsê Îranê, şehîdbûna sê hêzên mêrxas û canfîda yê Polîsê Têkoşîna li dijî Narkotîkê ya Kirmanê sersaxî xwest.
Wî her wiha got: Bê guman, navê pîroz ê Komara Îslamî ya Îranê wekî xebatkarê li şerê dijî belayê narkotîkê li cîhanê bisaya şehîdbûn, fedakarî û bêrawestaniya Mucahidên di vî warî de ku hemî hebûna xwe ji bo şerê li dijî qaçaxçiyên narkotîkê dane, qeyd bûye, vêca ev şehîdên giranqedir sebeba serbilind û şanaziya me ne.