Tîrmeh 17, 2021 19:44 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Riya herî baş ji bo kontrolkirina Coronayê dûrketina ji vîrusê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser zêdebûna nexweşên koronayî ya vîrûsa hindî li nexweşxanên hin parêzgehên Îranê û got: Riya herî baş ji bo kontrolkirina Coronayê û parastina xelkê ji vê nexweşiyê dûrketina ji vîrusê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro di civînê Navenda Neteweyî ya Coronayê de, behsa 17 mehan kir ku vîrusa corona ketiye welêt û bi awayên cûrbecûr yên wekî Wuhani, Îngilîzî û Hindî xelkê Îranî tûş pirsgirêkan kiriye û di dewamê de got: Di vê serdemê de, ev vîrusa xeternak, ji bilî ku ji tenduristiya xelkê re gelek pirsgirêk derxistin, di warên cihêreng ên aborî, civakî, çandî û perwerdehiyê de jî bû sedema gelek pirsgirêkan.

Rûhanî balkişand ser vê yekê ku hemî hewldan hatine kirin ji bo pêşîgirtina li belavbûn û veguhastina vîrusê li welêt û got: "Pêwîst e hemî hewildanên me ew bibe ku pêşiya normalîzekirina vê vîrusa xeternak bigirin û berçavgirtina xalên tendirustî divê hîn di rojeva me de bibe.

Rûhanî herwiha bal kişand ser girîngiya lêdana vaksîna Koronayê wek riyeke kontrolkirina vê vîrusê û got: Heya îro, 7 mîlyon dozên vaksîn hatine lêdanê û 2 mîlyon doz jî hatine belav kirin û heya du hefteyên din jî dê 10 mîlyon doz vaksînên din werin dabînkirin û bi aşîkirina kesên ji 65 salî mezintir û nexweşên ku korona ji wan re metirsîdar e û xwediyên karên hestiyar di roj û hefteyên pêş de, heya dawiya vê hikûmetê, em ê soza xwe ya di beşa vaksînê de bicîh bînin.

Serepeyv