Tîrmeh 16, 2021 20:45 Asia/Tehran
  • Zerîf: Amerîka bi tawanbarkirina aliyên din bi operasiyona revandina mirovan, pêwendiyên xwe yên sûcdarane vedişêre

Wezîrê karên derve yê Îranê wek berteka li hemberî helahelaya nû ya Amerîkayê dijî Îranê, şîret li Waşîngtonê kir ku beriya tawanbarkirina aliyên din, li rewşa xwe binêre.

Li gorî rapora Fars Newsê, Wezîrê karên derve yê Îranê roja îniyê wek berteka li hemberî tawanbarkirina vê dawiyê ya Îranê ji aliyê Amerîkayê va, tevî amajeya bi hebûna destê aliyên amerîkî di terorkirina serokomarê Hayîtiyê û hewildaneke wiha li dijî serokomarê Venezûêlayê, nivîsî: Kesên çekdar ên ser bi Amerîkayê jibo terorkirina rêberan li Venezûêla û Hayîtiyê li axa Amerîkayê plan dadirêjin, di halekî da ku dewleta Amerîkayê pêwendiyên xwe yên sûcê bi tawanbarkirina aliyên din bi operasiyona revandina mirovan ku aşkira pêkenî û zarokane hatiye darêştin, vedişêre.

Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Beriya tawanbarkirina aliyên din, li rewşa xwe binêrin.

Wezareta dadweriyê ya Amerîkayê bi dawiyê bi daxuyaniyekê îdia kir ku FBI'yê hewildana Komara Îslamî ya Îranê jibo revandina "Çalakekê" li axa Amerîkayê pûç kiriye.

Têhranê ev îdiaya Waşîngtonê wek 'Pêkenî' daye zanîn û ew wek hewildana Waşîngtonê jibo "Vejiyandina bi bêhêvîtî ya moreyên şewitî û bênirxbûyî yên xwe" daye zanîn.

 

Serepeyv