Tîrmeh 16, 2021 02:01 Asia/Tehran
  • Peyama sersaxiyê ya Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî ji bo wefata Profesor

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, di peyamekê de li ser wefata Profesor "Elî Hekîmî" sersaxî ji malbata wî rehmetî re xwest.

Li gorî Kanala Nûçeyan,  Hz. Ayetullah Xaminêyî, Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî, roja Pêncşemê peyamek sersaxiyê ji malbata rehmetî Profesor Elî Hekîmî re şand.

Di naveroka peyama sersaxiyê ya Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî de wiha hatiye: Rehmetî Hekîmî hemî jiyana xwe bi azadî, aramî û dilsoziyê derbas kir û hêvî dikim ku ew nuha di bin sitara rehmet û razîbûna Xwedê teala de bibe.

  Hucet-ul-Îslam Elî Hekîmî, yek ji nivîskarên Ansîklopediya Jiyanê û birayê Profesor Muhemed Reza Hekîmî, duh, Çarşemiyê li Meşhedê xatirê xwe ji vê cîhana fanî xwest.

Serepeyv