Tîrmeh 16, 2021 00:28 Asia/Tehran
  • Barê şeşemîn a Vaksîna Korona gihêşte Îranê

Sekreterê Giştî yê Civata Heyva Sor a Îranê hatina şeşemîn barê aşîyên ku ji hêla vê civatê ve li welêt hatine amadekirin ragihand.

Li gorî ajansa nûçegihana IRIB, "Mehemed Hesen Qûsiyan Muqedem", sekreterê giştî yê Heyva Sor a Îranê, got: "Şeşemîn barê vaksîna koronayê ku ji hêla Heyva Sor ve hatî amadekirin, îro Pêncşemê, gihêşt Balafirgeha Îmam Xumeynî(re). "
Qûsiyan Muqedem herwiha got: Di vê qonaxê de, 1,142,800 dozên vaksîna korona nav welêt hate îthal kirin, û bi hatina vê barî, Heyva Sor heya nuha zêdeyî heft mîlyon dozên vaksînê anîne Îranê.

Tevî dorpêç û sabotajên hikûmeta Amerîkayê, zanyar û pisporên inranî di hilberîna çend vaksînên dijî vîrusa korona de, ku ji hêla civaka zanistî ya navneteweyî ve hatine pesindan, bi ser ketine.

Serepeyv