Tîrmeh 15, 2021 14:08 Asia/Tehran
  • Pompeo: Pêwîst bû Amerîka qet neketibûya Rêkeftina Navokî

Wezîrê derve yê berê yê Amerîkayê Mike Pompeo roja Çarşemê carek din li dijî Îranê û Rêkeftina Navokî axivt.

Di vê hevpeyivînê de, wezîrê karên derve yê berê yê Amerîkayê bi tawanbarkirina dubare ya Îranê, vegerîna Waşîngtonê ser Rêkeftina Navokî kiryarek bêaqilî, bi nav kir.

Mike Pompeo yek ji plankarê siyaseta bi navê "zexta herî zêde" ya li dijî Îranê bû ku piştî vekişîna Amerîkayê ji Rêkeftina Navokî kete rojeva rêveberiya Donald Trump. Wî û Trump hêvî dikir ku ev siyaseta Îranê neçar bike ku were ser maseya muzakereyê da ku li şûna Rêkeftina Navokî, bi rêkeftineke din qayil bibe.

Piştî damezrîna hikûmeta Joe Biden li Amerîkayê, wî bi caran îtira kir ku siyaseta Trump a "zexta herî zêde" li dijî Îranê negihêştiye encamê û têk çûye. Loma Biden bi caran gotiye ku wê vegere ser Rêkeftina Navokî, lê belê heya vê demê ti gaveke pratîk ji bo vê vegerînê neavêtiye.

Serepeyv