Tîrmeh 15, 2021 09:07 Asia/Tehran
  • Şehîdbûna 3 polîsên Îranê di pevçûna digel qaçaxçiyên narkotîkê de

Fermandarê Hêzên Ewlekariyê (polîs) yên parêzgeha Kirmanê li başûrê Îranê êvara Çarşemê derbarê şehîdbûna sê hêzên polîs ên vê parêzgehê di pevçûna digel qaçaxçiyên madên narkotîkê de agahî da.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, Serdar "Abdulreza Nazirî" ragihand ku li dû pevçûnên çekdarî di navbera qaçaxçiyên madên hişber û efserên dijî-narkotîkê li parêzgeha Kirmanê êvara Çarşemiyê li Taxa "Husênabadê" ya bajarê "Kehnûc" a vê parêzgehê, 3 hêzên polîs yên Komara Îslamî ya Îranê şehîdbûn.

Serdar "Nazirî" lher wiha got: "Di vê pevçûnê de, serokê şerûtî û hovîtiyên vê dawiyê û qaçaxçiyê mezin ê madên hişber li parêzgehên rojhilat û başûrê Îranê ji aliyê mêrxasên hêza polîsê Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Kehnûcê hat kuştin û sê çekên Kalaşînkov, gelek gulle û bombe û miqdarek mezin madên narkotîkê hatin desteser kirin."

Qaymeqamê bajarokê Kenûc li parêzgeha Kirmanê ya Îranê, Wehdet Îdî jî ragihandiye, îro li nêzîkî bajarokê Kenûc di navbera hêzên polîs û “qaçaxçî û çeteyan” de şer derket.

Li gorî agahiyên qaymaqam, di wî şerî de 3 polîs şehîd bûn û 2 polîs jî birîndar bûn.

Komara Îslamî ya Îranê wek hêla yekem a şerê li dijî narkotîkê li cîhanê heya vê demê zêde ji 3 hezar şehîd û gelek zêde ji vê yekê jî birîndar dane.

NY jî Îran wekî alahilgirê şerê li dijî narkotîkê daye nasandin.

Serepeyv