Tîrmeh 14, 2021 12:56 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Me şiyana meyandina sedî 90 a Uraniyûmê heye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi dîroka pesendkirina Lihevkirina Navokî, got: Pîşeya me ya navokî bihêz ma û di mehîên dawî da zêdetir hat xuyakirin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di civîna desteya dewletê da, got: Rejîmên Israîl, Erebistan û tundrêyên Amerîkayê û aliyên dijî Înqilabê ji destpêkê va li dijî Lihevkirina Navokî bûn û hertim dixwestin astengiyan derxînin û merivekî xêvik peyda kir û dora wî girti û jê ra got ku heke tu ji Lihevkirina Navokî derkevî, dê ev peyman nemîne; yanî ji Trump ra dan fehmandin ku heke 24 saetan sebr bikî, sibeha wê dê Îran ji vê peymanê derkeve û hemî cîhan dê bibêje ku Îran ji Lihevkirina Navokî derketiye û bar bi giştî dê bikeve ser milê Îranê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Ev hesaba wan şaş derket û wan tu yek ji armancên xwe yên sereke bi dest nexist. Armanca wan a sereke ev bû ku vê hikûmetê bişkênin û aborî hilweşe, ku ev vî karî serê xwe negirt.

 

Rûhanî got: Di Lihevkirina Navokî da pîşeya navokî ya Îranê bihêz ma û nîşan da ku Rêxistina Enêrjiya Atomê bi çi şiyanekê dikare sedî 20 û sedî 60 berhem bîne; Heta eger rojekê em jibo reaktorên xwe sedî 90 jî bixwazin tu pirsgirêkeka me dê tunebe û di riya aştiyane da em dikarin her karekî bikin û ev hêzek e ku Îran dikare nîşan bide.

 

 

Serepeyv