Tîrmeh 14, 2021 00:21 Asia/Tehran
  • Zerîf: Me pêbendî xwe ya derheq diyalog û dîplomasiyê nîşan da

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: "Me pêbendiya xwe bi diyalog û dîplomasiyê nîşan da."

Li gor IRNAyê, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mehemed Cewad Zerîf îro sêşemê di rûniştina navdewreyî ya mecaziya wezîrên derve yên Tevgera Qeydnenasan de got: Pêla mezin a dijwarî û çetinahiyên cîhanî ku roja îro em pê re rû bi rû ne, hewcedariya çalakiyek komî ya zêdetir di asta navneteweyî de xurt kiriye.

Zerîf her wiha got: Piralîtî êdî wekî vebijarkek bi hemed û hişyarî nayê hesibandin, lê tenê bersiva guncan ji krîzên giran ên cîhanî re tê hesibandin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Tevgera Qeydnenas dikare fersendek baş dabîn bike ku di dema zêdebûna yekalîbûnê û parastina li ser qada navneteweyî, beşdarbûna gerdûnî zêde û xurt bike.

Zerîf her wiha got: Covid-19 epidemic di nifşên mirovan de azmûna herî mezin a hevgirtina cîhanî ye.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi bîr xist: Îran hertim bi domdarî sozdarî û dilsoziya xwe ya derheq piralîtiyê wekî bingeha siyasetek xurt a derve nîşan daye. 

Zerîf got:Îranê hertim pêbendiya xwe derheq gotûbêj û diyalogan bi beşdariya li danûstandinên ji bo çareseriya krîzên cîhanê  bi taybet van mehên dawiyê bi beşdariya li danistandinên ji bo vejiyandina Rêkeftina Navokî îsbat kiriye.

Serepeyv