Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 166 kesên din bi vê vîrusê can dan
Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 166 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 86 hezar û 207 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Sêşemê 13 Tîrmehê ragihand, di nav 24 saetên borî de 22 hezar û 750 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku ji wan 2 hezar û 399 kes di nexweşxanan de hatin razandin.
Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 3 milyon û 417 hezar û 29 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 3 milyon û 56 hezar û 160 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Wezareta Tenduristî, Tedawî û Perwerdehiya Pizişkî ragihand ku heya niha li Îranê 24 mîlyon 671 hezar û 220 testên teşxîsê yên "Covid-19" hatine kirin.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 5 milyon û 102 hezar û 301 kesan doza yekem a vaksîna Korona û 2 milyon 169 hezar û 67 kesan doza duyemîn stendine, û jimara giştî ya vaksînên li Îranê hatine derzandin 7 milyon û 271 heza û 368 Doz hatine lêdan.