Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 165 kesên din bi vê vîrusê can dan
Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 165 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 85 hezar û 859 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Yekşemê 11 Tîrmehê ragihand, di nav 24 saetên borî de 17 hezar û 596 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin.
Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 3 milyon û 373 hezar û 450 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 3 milyon û 25 hezar û 911 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Wezareta Tenduristî, Tedawî û Perwerdehiya Pizişkî ragihand ku heya niha li Îranê 24 mîlyon 514 hezar û 183 testên teşxîsê yên "Covid-19" hatine kirin.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 4 milyon û 693 hezar û 174 kesan doza yekem a vaksîna Korona û 2 milyon 144 hezar û 648 kes doza duyemîn stendine, û jimara giştî ya vaksînên li Îranê hatine derzandin 6 milyon û 837 heza û 822 Doz hatine lêdan.