Tîrmeh 11, 2021 23:05 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Encama dilmayiyên dijî-Îranî dibe sedema durûtiya bi şerm a rojavayiyan

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê şeva Şemiyê bal kişande ser beşdariya siyasetmedarên rojavayî di rûniştina koma terorîst a munafiqan de û diyar kir çavtêrnebûna ji bo dirav û kîna derheq îraniyan bû sedema eşkerabûna durûtiya bi şerm a rojavayiyan.

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade ser rûpela xwe ya Twitterê de nivîsî: Siyasetmedarên rojavayî yên wekî Pompeo ku şanaziya wî derewînbûn, sexteka û xapokînbûn e yên ku xwe bi erzanî firotine û beşdarî çerkeleyek (sîrkekî) bi mêvandariya Ewropiyan bûne ku hêla komekeke terorîst ve li dar ketiye ku dem û dewranekê din ji hêla dîktatorê Iraqî Seddam ve hatî piştgirîkirin destê wî di nav xwîn Îraniyan bû.

Washington Post îro Înê ragihand ku komek endamên Kongreya Amerîkî ji herdu partîyên Komarî û Demokrat li civîneke koma terorîst a Munafiqîn ku bi awayê mecazî li dar ket amade bû. Di vê civînê de, Senatorê Komarî Ted Cruz û rêberê hindikahî Komarxwazan McCarthy. Senatorê Komarî yê Senatoyê Bob Menendez, serokê demokrat yê komîta peywendîyên derve ya senatoyê û gelek karbidestên din yên emerîkî dê civînê de peyivîn.                                           Hebûna nûnerên seratir  ji partiyan yên Kongireya Amerîka di civînê de, ku damezrênerên wê destê wan di nav xwîna gelê Îranê ye, kûrahiya dijminatiya Washington li hemberî gel û pergala Komara Îslamî ya Îranê nîşan dide. Koma terorîst a munafiqan ji destpêka Inqilaba Îslamî û vir ve di operasyonên cûrbicûr ên terorîstî da zêdeyî 17,000 welatiyên îranê teror kirin.

Ev koma terorîst ji hêla Rojava, nemaze Amerîka û Fransa ve tê piştgirîkirin.     

Serepeyv