Tîrmeh 10, 2021 12:29 Asia/Tehran
  • Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê: Artêş bihêz li hemberî her dijminekî radiweste

Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Artêş bihêz li hemberî her dijminekî radiweste.

Li gorî rapora YJC'yê, Emîr serleşker Seyid Ebdulrehîm Mûsewî, Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê îroşemiyê bi amadebûna li Koma 411ê ya Endazyariya Peyamberê mezin (S) a Hêza bejahî ya artêşê li bajarê Brocêrdê seredana beşên cûrbicûr ên vê yekîneyê kir û got: Artêşê taybetmendiyên bilind hene ku yek ji wan amadebûna di demê da li qadê ye.

Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Roja îro artêşê dema ku biryar e li pişta hikûmetê be û lêxe devê dijmin, amade dibe û yek ji van qadan beşdariya berfireh a kedkarên artêşê û malbatên wan di hilbijartina serokomartiyê da bû.

 

Serepeyv