Tîrmeh 10, 2021 12:29 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Em amade ne rojê 500 hezar kesî vaksîne bikin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Em amade ne rojê 500 hezar kesî vaksîne bikin.

Li gorî rapora IRNAyê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro şemiyê di civîna Erkantiya neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê da bi gotina vê yekê ku em 17 meh in ku gel tûşî vîrûsa metirsîdar bûye, got: Di sala 1400î da em tûşî vîrûsine xeternak bûn ku ji welatên din derbasî Îranê bûne.

Rûhanî got: Vîrûs piranî ji aliyê rojavayê welêt û pirranî ji Iraqê derbasî Îranê bûn ku vîrûsa inglîzî bû û di roj û mehên dawî da vîrûsa hindî ji sînorên rojhilatî derbasî welêt bûye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Vîrûsa Koronayê derbasî parêzgehên başûr û rojhilatê Îranê û kûrahiya welêt bûye.

 

 

Serepeyv