Tîrmeh 09, 2021 22:21 Asia/Tehran
  • Li parêzgeha Kurdistana Îranê ji ber teqîna gulleke hawanê du kesan  jiyana xwe ji dest da

Alîkarê qaymeqamê Seqizê li karûbarên ewlehî, civakî û siyasî got: 2 şivanên ji Bûkanê li dema çêrandina keriyê pezê xwe ji ber teqîna gulleke hawanê yê mayî ji dema şerê Iraqê li dijî Îranê li ser sînorê van du welatan li herênma Seqizê jiyana xwe ji dest dan.

Nasir Xamî di hevpeyvîna bi IRNA re got: duh li gundê Bestam a ser bi Seqiz a parêzgeha Kurdistanê du şivanên bûkanî ku mijûlî çêrandina pêzê xwe bûn bi nêzîkbûna li gulleyek hawanê ya ji serdema şerê di navbera Iraq û Îranê de mayî teqîya û eva bû sedma candayîna van du şivanan ku ti agahiyeke wan derbarê hawanê û gullên cengî tinebû.

Alîkarê qaymeqamê Seqizê got ku xala sifir a sînorê Seyf a Seqizê berê cihê şerê navbera Îran û Iraqê bû, lê naha ew ji babeta mayn û gullên dema şer kêm qirêjî heye û gundîyên vê herêmê gelek salan çandinî û xwedîkirina ajalên xwe kirine û tiştek wiha ku bibe sedema teqînê nedîtine.

Xamî diyar kir ku termên van her du kesan ji hêla tîmên hawarçûnê ve bo bajarê Seqiz hatine şandin.

 

Serepeyv