Rûhanî: Destpêbûna xebata 40 miliyar tûman projeyan nîşana plandarêştina durust e
Tîrmeh 08, 2021 15:29 Asia/Tehran
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Destpêbûna xebata 40 miliyar tûman projeyan nîşana plandarêştina durust e.
Li gorî rapora IRNAyê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di merasima behrewergirtina ji projeyên neteweyî yên Wezareta Pîşe, maden û ticaretê da got: Destpêbûna xebata 40 miliyar tûman projeyan li parêzgehekê nîşana şiyana gel, plandarêştina durust a dewletê û kêrhatîbûna dewlet û gel e.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro destpêbûna xebata projeya pergalkirina 181 binkeyên operasiyona madenî li parêzgeha Kirmanê ragihand.