Tîrmeh 08, 2021 12:29 Asia/Tehran
  • Fermandarê Hêza bejahî ya Artêşa Îranê: Hêza bejahî ya artêşê di çêkirina amûrn berevaniyê da bêhewce bûye

Fermandarê Hêza bejahî ya Artêşa Îranê destnîşan kir: Hêza bejahî ya artêşê di çêkirina amûrn berevaniyê da bêhewce bûye.

Li gorî rapora YJC'yê, Emîr sertîp Kiyomers Heyderî, Fermandarê Hêza bejahî ya Artêşa Îranê tevî amajeya bi şiyana hêza bejahiya artêşê di çêkirina alavên hewce da got: Di warê çekan da em gihîştine asteke şiyanê ku hewcetiya me bi tu welatekî tune.

Wî her wiha got: Bizava bêhewcebûnê hertim ji aliyê Fermandarê mezin ê gişt hêzan va hatiye destnîşankirin û hêza bejahiyê di vî warî da katiye serketinine baş bi dest bixe.

Fermandarê Hêza bejahî ya Artêşa Îranê got: Di çerxeya berevaniya welêt di warên cûrbicûr nemaze şerê bejahiyê da em muhtacê tu biyanekê nînin û pirraniya amûran em bi xwe dîzayn û çêdikin.

 

 

Serepeyv