Tîrmeh 07, 2021 23:38 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Bi pêşkeftina di warêa pîşesaziyê, em li hemberî şerê aborî ser ketin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî tekez kir ku me bi berfirehkirina pîşesaziyê, em di şerê aborî de serketin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro bal kişande ser hişkesalî û bêbaraniyê û bandora wê û zêdebûna germayê û berfire û zêdekirina pêşesaziyê bi taybet di warê elekterîkê de û got: Dema ku mezaxtina sektora pîşesaziyê li gorî sala borî% 10 zêde bû, ev tê vê wateyê ku pîşesaziya welêt pêşketiye.

Rûhanî her wiha got: "Ji ber geşedana di van waran de bû ku me karibû şerê aborî bi ser bixînin."

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dewamê de diyar kir: Elektrîk di Hikûmetên Yazdehem û Duwanzdehem de bi qasî rêveberiyên berê zêde bûye.

Rûhanî her wiha got: "Roja îro, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di warê elektirîka welêt de, me biryar stend ku hin navendên mezin ên pîşesaziyê dê 2 an 3 hefteyan bêne girtin an saetên karê wan kêm bikin."

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: "Sala borî (2020) me zêdeyî 11 mîlyar dolar sermaye di petrokîmyayê de xebitand."

Rûhanî her wiha got ku şeva borî rewşa kehrebeyê ji berê baştir bû û wiha got: "Heke hewceyê qutkirina cereyanê bû, divê saet û cîh ji pêş ve ji xelkê re bêne ragihandin û hukûmet bi biryar e ku hewl bide kehrebeyê malanqut nebe."

Serepeyv