Tîrmeh 07, 2021 13:48 Asia/Tehran
  • Destpêka civîna gotûbêjên nav-Efganî ya li Tehranê

Civîna Diyalogê ya Nav-Efganî ya bi mêvandariya Komara Îslamî ya Îranê li Tehranê destpê kir.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iran Press, Civîna diyalogê ya nav-Efganî îro, Çarşemê, bi axaftina Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Memed Cewad Zerîf, bi beşdariya nûnerên hukûmeta Efganistanê, kesayetiyên paye bilind ên Talîban, îro li Tehranê hat lidrxistin.

Zerîf di merasima despêbûna vê cîvînê de bal kişand ser mudaxileyên leşkerî yên Amerîkayê li Efganistanê û hebûna leşkerên amerîkî û NATOyê li Efganistanê kir kû zêde ji du-dehsalî dom kir û encama vê yekê xirabî û wêraniyên zav ji vî welatî da zanîn û got: Roja îro, divê gel û serokên siyasî yên Afganistanê ji bo pêşeroja welatê xwe biryarên dijwar bidin.

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, behsa encamên nebaş ên berdewamiya şer û aloziyan li Afxanîstanê kir û vegera ser masa danûstandinên nav-Efganî û pabendbûna bi çareseriyên siyasî hilbijartina herî baş ji hêla rêber û tevgerên siyasî yên Efganistanê ve da zanîn û li ser amadebûna Îranê ji bo arîkariya pêvajoya danûstandinên di navbera aliyên heyî de ji bo çareserkirina nakokî û kirîzên Efganistanê tekez kir.

Zerîf her wiha tekez li ser pabendiya Komara Îslamî ya Îranê kir ku piştî damezrîna aşitiyê dê bibe alîkar di geşepêdana berfireh a siyasî, aborî û civakî ya Efganistanê.

Serokê şanda hikûmeta Efganistanê Wezîrê Derve yê vî welatî yê berê Yûnis Qanûnî ye û şanda Talîban jî ji alîyê Ebas Istanekzey, cîgirê serokê kargêra vê komê tê birêvebirin.

Zabihullah Mucahid berdevkê Koma Talibanê îro Çarşemê derbarê şanda siyasî ya vê komê li Tehranê got ku ev şanda di seredana xwe ya Tehranê de, dê digel karbidestên Komara Îslamî ya Îranê di derbarê pêvajoya aştiyê ya Efganistanê û pirsên herêmî û berfirekirina peywendîyên dualî de bicive.

Serepeyv