Civîna fermandar û berpirsên payebilind ên Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tev Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê
Di civîna fermandar û berpirsên payebilind ên Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tev Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê da tevger û rûdanên derdora Îranê hatin vekolandin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Serleşker Muhemed Baqirî, Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê roja Sêşemiyê di civîna digel fermandar û berpirsên payebilind ên Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî da tevî sipasiya ji hewl û
xebatên bêrawestan ên Hêza bejahiya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di warêdabînkirina ewlehiya mayînde li navçeyên memûriyetê yên sînorî nemaze li bakurê rojava û başûrê rojhilatê Îranê, got: Tevî komplo û nexşeyên dijminan jibo berfirehkirina gefan li navçeyên sînorî û derdora Îranê ku jibo cebirandina serneketinên xwe yên lidûhev li navçeyên tê şopandin, bi qenciya Xwedê rewşa ewlehiya sînoran di hemî pîvanan da pêşketineke erênî û dilniyaker heye.
Serleşker Baqirî got: Kiryarên alîkariya gel û piştevaniya ji çîn û qatên bêpar û kêmbehre û behrewergirtina ji derfetên cûrbicûr ên avedanî û xizmetên hêzên çekdar di alîkairya bo dewletê û jinavbirina bêpariyê, straejiyek e ku bandora wê di erdnigariya memûriyeta Hêza bejahiya Sipahê bi başî tê xuyakirin.
Nirxandin û vekolandina tevger û rûdanên ewlehiyê, gotûbêja li ser mijarên cûrbicûr ên ewlehî, berevanî û leşkerî di dabînkirina ewlehiya mayînde û xurtkirina serdestiya itilaatî li ser tevgerên derdora Îranê ji mihwerên herî girîng ên civîna fermandar û berpirsên payebilind ên Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî digel Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê bûn.