Serokê Komîsiyona Tendirustiya Meclisa Îran: 12 welatan daxwaza vaksînê ji me kirine
Tîrmeh 06, 2021 01:17 Asia/Tehran
Serokê Komîsiyona Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê ragehand ku heta niha 12 welatan daxwaza kirîna vaksîna Kovbereket ji Îranê kirine.
Serokê Komîsiyona Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Husên Şehryarî di civîneke encûmena bilind a Inqilaba ya Çandî de ragehand: ‘’Niha 100 milyon doz vaksîna ‘’Kov Îran Bereket’’ di embarên welat de hene.’’
Vaksînna ‘’Kov Îran Bereket’’ ji aliyê zanayên Îranê ve hatiye çêkirin û li gor gotinên Husên Şehryar jî 12 welatan daxwaz pêşkeş kirine bo kirîna wê vaksînê.
Heta naha 3 milyon û 270 hezar û 843 kes li Îranê bi vîrusa koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 84 hezar û 949 kesan jî jiyana xwe bi wê vîrusê ji dest dane