Emûyî: Kiryarên Îranê yên li gor Rêkeftina Navokî di çarçova biryarnama 2231 ne
Endamê Konseya Ewlehiyê ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Kiryarên Îranê li gorî xalên 26 û 36 yên Rêkeftina Navokî û Biryarnama 2231 in, Lê Amerîka naxwaze dev ji pêkhateyên siyaseta xweya zexta herî zêde berde.
Li gor IRIB News, Endamê Konseya Ewlehiyê ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Ebulfezl Emûyî amaje bi civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li bara cihanîna Biryarnama 2231 û tekezkirina li ser vegera Amerîka û Îranê ser Rêkeftina Navokî û rakirina dorpêçên dijî Tehran kir û got: "Yek ji sedemên serekî yê cihanîna bi kêmasî ya biryarnamê kiryara neqanûnî ya Amerîkayê ye."
Emûyî: Komara Îslamî ya Îranê pêbendê hukmên vê biryarnamê ye û kiryarên xwe di çarçova bendên 26 û 36 yên Rêkeftina Navokî de, yên ku bi biryara 2231 ve girêdayî ne, birêkûpêk dike. Di vê çarçovê de bû ku danûstandinên Viyana di navbera Îran û koma 4 + 1 de pejirand da ku mercên vegera Amerîkayê ser rêkeftina navokî re diyar bike, lê Amerîkayê heya nuha nîşan daye ku ew naxwaze dev ji siyaseta xwe ya zextên herî zêde ser Îranê berde.