Tîrmeh 04, 2021 19:45 Asia/Tehran
  • Kapasîteya berhemanîna vaksîna Coviran Barekatê'ê zêde bû

Serokê navenda Ragihandinê ya Erkantiya Cihanînê ya Fermana Îmam Xumeynî (re) qala zêdebûna kapasîteya berhemanîna vaksîna Coviran Barekat'ê kir.

Serokê navenda Ragihandinê ya Erkantiya Cihanînê ya Fermana Îmam Xumeynî (re) qala zêdebûna kapasîteya berhemanîna vaksîna Coviran Barekat'ê kir.

Li gorî rapora YJC'yê, Hucetullah Nîkî Melikî, Serokê navenda Ragihandinê ya Erkantiya Cihanînê ya Fermana Îmam Xumeynî (re) roja Yekşemiyê di twitterê da nivîsî: Ji vê hefteyê va zêdebûna kapasîteya berhemanîna vaksînê serê xwe girtiye û aniha em hefteyê dused hezar vaksînan berhem tînin.

Wî got: Heta niha du miliyon û pêncî hezar dozên vaksînê radestî Wezareta Tendurustiya Îranê hatine kirin.

Serokê navenda Ragihandinê ya Erkantiya Cihanînê ya Fermana Îmam Xumeynî (re) got: Em hewil didin ku gotina xwe yanî berhemanîna zêde ji 50 miliyon dozên vaksînê heta dawiya havînê bikin rastî.

 

Serepeyv