Hezîran 30, 2021 16:23 Asia/Tehran
  • Rahênana deryayî ya Ewlehiya Mayînde ya Artêşa Îranê li Deryaya Xezerê dest pê bû

Rahênan a deryayî ya Ewlehiya Mayînde ya Artêşa Îranê-1400 bi nihêniya pîroz a Ya Husên (S) û bi şandina peyama aştî û dostiyê ji îro Çarşemiyê va li Deryaya Xezerê dest pê bû.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Rahênan a deryayî ya Ewlehiya Mayînde ya Artêşa Îranê-1400 bi beşdariya yekîneyên seravî û firrînê yên Hêza deryayî ya artêşê pêkhatî ji keştiyên şêrr ên mûşekhavêj, balefir û helîkopter û balefirên ên balefirvan ên deryabingeh û pergalên Cenga Elektronîk û yekîneyên tifingdar û tekawer ên Hêza deryayî ya artêşê, îro çarşemiyê li Deryaya Xezerê dest pê bû.

Ev rahênana deryayî di qadeke bi berfirtehiya derdora 77 hezar kîlomitrên çarkunc li navçeya sedî 20 a hakimiyeta Komara Îslamî ya Îranê li Deryaya Xezerê cuh tê û tê da senaryoyên afendî û pedafendî jibo parastina avên Îranê û parastina xetên pêwendiyan cih tê.

 

 

 

Serepeyv